Li Tûnisê rewşa awarte hat ragehandin

Rewşa awarte dê seranserê Tûnisê bigre, bo heyama 30 rojî jî berdewam dibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Tûnisê rewşa awareta li seranserê welêt ragehand û daxwaza sefereberiya giştî jî kir.

Di gotarekê de ku televîzyon fermî ya Tûnisê duh, 4ê Tîrmehê, weşandibû, serokê welêt Elbacî Qaid Elsibsî ragehand ku, welat di rewşa şer de dijî û got: “Pêwîste hêzên çekdar di amadebaşiyê de bin, ji ber ku roleke wan a mezin heye” hewiha daxwaza seferberiya giştî jî kir.

Rewşa awarte dê seranserê Tûnisê bigre, bo heyama 30 rojî jî berdewam dibe.

Ragehandina rewşa awarta li Tûnisê piştî êrîşa çekdarekî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bo ser geştiyaran li navçeya Sûse ya deryayî tê, ku di encamê de 38 kes bûne qurbanî.

Di nava wan qurbaniyan de 30 geştiyarên Brîtanî hebûn.