Pevçûnên tund li Yemenê rû didin

Şanderê NY digihîne Yemenê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pevçûnên tund li Yemenê di navbera hêzên hukûmetê û Hosiyan de rû didin, tê çaverêkirin ku êro jî şanderê Netewên Yekbûyî bi Yemenê gihîne.

Li Edenê mezitirîn bajarên Yemenê îro firokeyên Hevpeyana Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê êrîşî karweneke Hosiyan kirin ku di encamê de 8 Hosî hatin kuştin û sê erebe jî rûxandin.

Ji aliyekî din ve berpirsyarekî fermî ragihand ku hêzên Elî Ebdulah Salih û Hosiyan ve herêmên Mensûra û Bîra Fedil bi rokêtan topbaran kirin, di encamê de gelek kuştî û birîndar di nava sivîlan de ketin.

Berpisyarên Hukûmî Tekez kirin jî ku sê rokêt li dayingeha li taxa Înşa'at ya ku penaber tê de ne,ketin, di encamê de 6 kes di nav wan de zarokek hatin kuştin û 11 kesên di jî birîndar bûn.

Herwiha tê çaverêkirin ku şanderê NY Îsmaîl Wild Şêx îro bi Yemenê gihîne, bo hewleke nû bo agirbestekê bike.