Kesine nenas agir berdan zeviyên Efrînê

Zeviyên gundê Qestelê Xidiriya hat şewitandin

K24 – Efrîn

Kesine nanas agir berdan zeviyên gundê Qestelê Xidiriya ya herêma Efînê, mala kesekî ji gundê Şêx Xorzê şewitandin.

Li gundê Qestelê Xidirya agirek bi zeviyên gund ket, hat texmîn kirin ku dora 20 hiktaran ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

Her wiha li gundê Şêx Xorzê jî, agir bi malekê ket, ku xwediyê wê koçberî tirkiyê bûne, lewre ti ziyanên canî nebûn.

Li gor asayişa Efrînê ku her du agir ji aliyê kesine nenas ve hatine kirin. Ti ziyanên canî nebûne tenê ziyanên madî gihêştine arziyên xelkê.

Her car bûyerên agirpêdanê li herêma Efrînê ji kesine nenas ve rû didin, nexasim di werzê geniman de.