“Bexda biqasî milyarek dolar deyndarê Hewlêrê ye”

Di şeş mehan de Herêma Kurdistanê 54 milyon bermîl petrol hinartiye.

 

K24 – Hewlêr  

 

Wezîrê petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî bang li Bexda û Hewlêrê dike ku pêbenîd rêkeftina ku îmzekirine bibin, parlementerekî kurd jî dibêje “Kurdistanê biqasî 3 milyar dolar petrol radestî Iraqê kiriye.”

 

Adil Ebdulmehdî ji rojnameya “Qudis Erebî” re ragehand ku hinartinên petrola Iraqê di 5 mehên borî de rojane 3 milyon û 189 hezar bermîl bû, Herêma Kurdistanê jî rojane 500 hezar bermîl radestî Bexdayê kiriye.

 

Ji aliyê xwe ve parlementerê kurd di Parlementoya Iraqê de Tariq Gerdî di daxuyaniyeke rojanemavanî re ragehand “Me pêbendiya xwe bi rêkeftina ligel Bexdayê bi kirdar piştrast kiriye, me belge jî li ser pêbendiya xwe radestî Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Behaa Erecî, kiriye.”

 

Gerdî bal kişande ser wê yekê jî ku “di şeş mehên borî de Herêma Kurdistanê 54 milyon bermîl petrol bi rêya companiya (SOMO) ya Iraqî hinartiye, buhayên wê rêjeyê jî dike 3 milyar dolar, heta niha jî Bexdayê tenê 2 milyar dolar ji wan radestî Herêma Kurdistanê kiriye..”

 

Gerdî eşker kir jî ku “Bexda biqasî milyarek dolar deyndara Herêma Kurdistanê ye, ji bilî deynên Pêşmerge yên ne di vê çarçovê de ne.”