Jinin Îsraîlî û Ereb ji bo aştiyê rojiyê digrin

Rojî, 50 rojî berdewam bû

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Bi helkefta slavegera şerê Xezayê, komek ji jinên Îsraîlî û Ereb kampaniyayek destpê kirin, beşdarbûyên wê kampaniyayê ku dê 50 rojî rojiyê bigrin.

 

Rêxistina “Jin dikarin aştiyê çê bikin” duh, 8 Tîrmehê, ji bo xwastina çareseriyeke siyasî ji doza Filestînê re, dest bi kampanyayeke rojiyê kirin.

 

Jinan konek li pêş baregeha Serokwezîrê Tirkiyê Benjamin Netanyahu vedan û dest bi rojiya ku dê 50 rojî berdewam bibe kirin.

 

Girtina rojiya 50 rojî jî, majeyeke bo şerê ku Havîna sala borî 50 rojî li Xezayê berdewam kiribû.

 

Li gor Mari Smadca ku yek ji dameznerên “Jin dikarin aştiyê çê bikin” e, nêzîk 300 jinî navên xwe bo beşdarbûna di wê kampaniyayê de nivîsî ne.

 

Emel Reyhan jineke Ereb e ji Yafayê ye û beşdarî kampaniyê dike got “Divê serkirdeyên Îsraîlî têbigehêjin ku êdî em nikarin di nava kîn û tirsê de bijîn.”

 

Herêma Xezayê di şeş salên dawiyê de sê şer lê qewimî ne, şerê dawiyê jî di Havîna sala borî de bû, ku 2hezar û 251 Filestînî tê de hatibûn kuştin.