Di rêzbendiya FIFAyê de Arjentina bû yekem

tîma Arjentinayê du pileya pêşde çû û bû pêşenga rêzbendiyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Di rêzbendiya tîmên cîhanê de, tîma Arjentinayê du pileya pêşde çû û bû pêşenga rêzbendiyê.

Federasyona Navdewletî ya Fûtbolê (FIFA) îro, 9ê Tîrmehê, rêzbendiya nû ya tîmên cîhanê ragehand.

Di wê rêzbendiyê de, tîma Arjentinayê di serî de hat, tevî ku beriya çend rojan nasnava Kûpa Amerîkayê ji dest xistibû.

Li gor rêzbendiyê, Arjentina hezar û 473 xal bidest xistine, bi wê yekê jî pêşengiya rêzbendiya FIFAyê ji dest tîma Elmanyayê ya ku hezar û 114 xal bidest xistibû, derxist.

Di pileya sêyem de jî tîma Beljîkayê bi hezar û 244 xalan hat, tîma Kolombyayê jî bi hezar û 217 xalan di pielya 4em de hatiye.

Tîma Brazîlê jî di pileya 6an de hatiye û hezar 186 xal bidest xistine.