Jinên Amerîkayê bûn şampyonên cîhanê

K24-Navenda Nûçeyan

Di lîstika fînalê ya Mondyala Kanadayê (FİFA 2015 Kûpa Futbolê ya Jinana a Cîhanê) de tîma Amerîkayê li hember tîma Japonê bi 5-2 biserket û nasnav bidest xist.

Di şampyona ku li Kanadayê de birêve diçû, tîma Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê karî bighe lîstika dawiyê û roja 6ê Tîrmehê jî nasnav ji jinên Japonî stand.

Di lîstika fînalê de jinên Amerîkayê karîn bi encama 5-2 golan li hember tîma Japonya serbikevin. Bi wê serkeftinê jî, jinên Amerîkayê bo sêyemîn car ew nsanv bidest xistin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Kanada Stephen Joseph Harper jî di lîstika fînalê de amade bûn.