Michael Hayden: Sûriya û Iraqê dê ji Rojhilata Navîn winda bibin

Rojhilata Navîn rastî guhartinan tê

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Istxbarata Amerîkî yê berê: Kurd niha hevalbendê Amerîka yê baş e. divê jî were biçekirin.

Rêveberê berê yê Istixbarata Amerîkayê Michael Hayden di daxuyaniyekê de ragehand ku “Du dewletên Rojhilata Navîn dê winda bibin.” nîşana wê yekê jî da “Hevpeymana Saikis – Pico ya ku ew her du dewlet di sala 1916an de bi despêşxeriya hêzên Europî danîne ser nexşeyê, tiştên li ser erdê berbiçav nebirin”

Hayden ji rojnameya “Le Figaro” re ragehand “Bila em rûbirûyî rastiyê bibin, Iraq nema, Sûriyê nema û Libnan dewleteke têkçûyî ye.” Serbar kir û got jî “Niha dewleta Îslamî, Qaîdê, Kurd, Şîe, Sune û Elewiyan li dêvla Sûriya û Iraqê hene.”

Derbarê rewşa Rojhilata Navîn Hayden nîşana wê yekê da ku, herêm ta bîst yan sîh salên din dê di rewşeke ne aram de bimîne.

Hayden Tekez kir jî, ji Amerîka re Kurd hevalbendê herî baş e û divê were biçekirin.