Dosyaya jehrîkirina Yasir Arafat hate girtin

Dozgera Giştî ya Parîsê biryara girtina dosyê da

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgera Giştî ya Parîsê biryara girtina dosyaya mirina serokê Filestînî yê berê Yasir Erafat da.

Suha Arafat jinebiya serokê berê yê Filestînî dozek bi bihaneya “mirina Erefat bi jehrê” vekiribû, ev çend sal bûn jî ku lêkolîn di wê derbarê de berdewam bûn.

Di Tebaxa 2012an de gora Erafa hate vekirin û 60 mînak ji termê wî ji aliyê sê tîmên pispor hatibû taqîkirin.

Piştî lêkolîn û taqîkirinan, pisporan bi dûr zanîn ku, Yasir Erefat bi jehra “Polonium-210” hatibe kuştin. Lewma Dozgera Giştî ya Parîsê biryara girtina wê dosyayê da.

Yasir Erafat di 11 Mijdara 2004an de, di nexweşxaneyeke leşkerî de li Parîsê miribû.