DAIŞ jinan li ser karên xwekujî perwerde dike

DAIŞ navendeke perwerdekirina jinan vedike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina radîkal a DAIŞê navendekê bo perwerdekirina jinan li ser karên xwekujî li Mûsilê vekir.

Li gor nûçeyeke televîzyona Somariyê, DAIŞê li “wîleyeta Nînewayê” navnedek vekiriye ku tê de 150 jinên ji regeznameyên cuda li ser çawaniya encamdana karên xwekujî, perwerde dike.

Herwiha ragehand jî ku ji nav wan jinan 45 Ereb in û yên din jî  Almanî, Brîtanî, Rûsî û Çînî ne.

Jina Ebû Bekir Bexdadî ya ji regeznameya Almanî, berpirsa dîwana karûbarên wê navendê ye.