Gulîstan tevlî pêşbirkêya Ingilîstanê dibe

Heta niha 99 xelat wergirtine

K24- Batman

Keça Kurd Gulistan Bekmeza ku ji Batmana Bakurê Kurdistanê ye, bo tîma neteweyî ya atletîzmê li Tirkiyê hat hilbijartin.

Niha Bekmez ji bo Şampiyoniya Reva Çiyê ya Dinyayê ku wê di 16-19ê îlonê de li Londraya Îngilistanê were kirin, dixebite. Gulistan rojê 8 saetan dixebite.

Bekmez heta niha beşdarî 99 pêşbirkên navxweyî û neteweyî bûye. Gulîstan bi bûrsa ku distîne jî alîkariya malbata xwe dike.

Bekmeza ku li Dibistana Bilind a Perwedeya Bedenê ya Zanîngeha Batmanê, beşa mamostetiya perwerdeya bedenê dixwîne wiha got: "Ez heta niha tevlî 99 pêşbirkan bûm û bi ser ketim. Ez dixwazim li Londrayê jî bi ser kevim."