Demirtaş carekdin banga bêdengkirina çekan dike

’Em bo operasyonên leşkerî yên hikûmetê jî û bo çalakiyên PKKê jî dibêjin raweste’

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş bang li hikûmeta AKP’ê û berpirsên PKKê kir û got: Divê demek ji ya din zûtir çek bêdeng bibin, rêyên giftugo û danûstandinan vebin. Civak jî vê yekê dixwaze.

Selahattin Demirtaş got: ‘’Gelên Tirkiyê aştiyê dixwazin. Eve pir pîroze. Me divê em gav bi gav arîşeyên xwe çareser bikin. Gava yekem jî bêdengkirina çekane. Em bo operasyonên leşkerî yên hikûmetê jî û bo çalakiyên PKKê jî dibêjin ‘’raweste’’. Berdêla armancên me çi dibe bila bibe, emê dest ji daxwaza aştiyê bernedin.’’

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê Mithat Sancar, Gulseren Yildirim, Enise Guneyli, Mehmet Ali Aslan, Erol Dora û Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, li Mêrdînê beşdarê panela bi navê ‘’Gelê Ereb li aştiyê dibe xwedan’’ bûn.

Demirtaş di panelê de axivî û behsa aloziya li welat û got: ‘’Me aştî divê, ne sûbe yan jî salek din. Hema niha me divê çek bêdeng bibin. Gelên Tirkiyê aştiyê dixwazin. Eve pir pîroze û pir bi qîmete. Me divê em gav bi gav arîşeyên xwe çareser bikin. Gava yekem jî bêdengkirina çekane. Divê çek rawestin û rêya giftûgoyan vebe.’’

Hevserokê HDPê Demirtaş daxuyand ku çi dibe bila bibe dê HDP dest ji armanca xwe ya aştî û pêkve jiyanê bernede û got: ‘’Em bo operasyonên leşkerî yên hikûmetê jî û bo çalakiyên PKKê jî dibêjin ‘’raweste’’. Berdêla armancên me çi dibe bila bibe, emê dest ji daxwaza aştiyê bernedin.’’

Demirtaş rexne li hikûmetê û Serokomarê Tirkiyê jî kir û got: ‘’Karê Serokomar ne ewe ku aloziyan zêde bike. Divê encamên piştî hilbijartinan baş bixwîne. Rewşek nû derkete holê. Tirkiye êdî naçare ku bi sîstemek bbingefireh ê demokrasiyê bê birêvebirin. Lê ji sedî 80’ê gelê Tirkiyê aştiyê dixwaze. Hindek dixwazin Tirkiyê bikin weke Suriyê, lê emê destûrê nedin vê weyê.’’