AK-Partî û CHP li ser pêkanîna hikûmeteke yekgirtî lihev nekirin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê AK-Partiyê Ahmet Davutoglu piştî ku bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re rûnişt, civîneke çapemeniyê lidarxist û da zanîn ku ew û CHPê di hevdîtinan de li ser meseleyên wekî perwerdehî û polîtîkaya derva nekarîne bigihijin rêkeftinekê û bale kişand li ser hilbijartineke pêşwext.
Di civînê de em gihiştin wê hizrê ku bila diyalogên me yên bi vî awayî bidome. Lê niha bingeha pêkanîna hikûmeteke hevpar tine. Ji ber vê yekê hilbijartineke pêşwext wekî ihtimaleke mezin û xûrt derket pêşiya me. Hilbijartineke pêşwext wekî berprsiyariyeke li ser mile me ye. Em ê ji bo vê bixebitin. Welatê me dive nemîne bê hikûmet.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser daxuyaniya Davutoglu nerazîbûn nîşan da û diyar kir hikûmet bi wan re li ser pêkanîna koalisyonê gûftûgo nekiriye. Ger gûftûgo bihata kirin ti xal tinebû ku ew lihev nekin.
Heta niha ji me re pêşniyara pêkanîna hikûmeteke yêkgirtî nehatiye, pêşniyara pêkanîna hikûmeta hilbijartinê hatiye. Ji me re hat gotin ku em bi hevûdû re 3 meh bixebitin. Rojeva xwe diyar bikin. Piştre biçin hilbijartinê. Ev pêşniyar ne li gor me bû. Ew kesên ku dibêjin îradeya netewî dive ku hikûmeta yêkgirtî ava bikirana. Ger hûn bibêjin ez nikarim hikûmetê ava bikim. Ez ê herim hilbijartinê hûn ê çawa behsa îradeya netewî bikin. Tirkiye fersendeke dîrokî winda kir.
Ji ber lihevnekirina AK-Partî û CHPê sê senaryo dersikeve pêşiya siyaseta Tirkiyê. Yekemîn, Parlemento dikare biryara hilbijartinê bistîne. Dûyem avakirina hikûmetek kêmîne. Ger ev her dû senaryo çênebin li gor senaryoya sêyem serokomar dikare bi serokê parlementoyê re biryara avakirina hikûmeteke hilbijartinê ya demkî bide.