Ewropa: Cîhan di dijwartirîn krîza mirovahî de derbas dibe

Mecerê tenê di Tîrmeha borî de daxwaza "35 hezar" penaber wergirtiye

K24-Navenda Nûçeyan

Komsyona Ewropayê ya karûbarên penaberan ragehand ku, cîhan di dijwartirîn krîza mirovahî de derbas dibe.

Di konferensekî rojnamevanî de danûstankarê Ewropayê bo karûbarê penaberan, Demetris Aframublos duh,14ê Tebaxê, li Brukselê ragehand ku pêwîst e Ewropa bi awayekî şaristanî pirsgirêka penaberan çareserbike, herwiha li ser prensîpên hevkariyê bi hemû kesên  hewceyî alîkariyê re be bike.

Komisyona Ewropayê bi mebesta çareserkirina pirsgirêka penaberan di Gûlana borî de pêşinyar pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kiribûn.

Biryare jî Demetris serdana Tirkiyê bike ku rêjeya herî mezin ji penaberên Sûriyê ji wî welatî  derdikevin û ber bi qeraxên gravên Yonanistanê ve diçin, herwiha dê serdana Bakurê Fransayê ku bi hezaran penaber li wir dicivin û bi şev bi rêya Tûnêla Yorotanl ber bi Birîtanyayê ve diçin.

Wî berpirsê Ewropî  da zanîn  ku welatê Mecerê jî tevîlî welatên ku tûşî koçberiya ne yasayî li gel Italya û Yonanistan dibin.

Welatê Mecerê tenê di Tîrmeha borî de daxwaza "35 hezar" penaber wergirtiye