Pentagon li nêzîk Efrînê dest bi lêkolînan dike

Rapor dibêjin ku 10 kesên sivîl ji encama bobabaranê hatine kuştin

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê raporên kuştina sivîlna de li gundekî nêzîk Efrîna Rojavayê Kurdistanê, dest bi lêkolînan kiriye.

Berdeveka Serkirdayetiya Leşkerî ya Amerîkayê, Geneva David duh, 14ê Tebaxê, ragehand ku, li ser rastiya wan raportên ku dibêjin li gundê Etmê hejmarek kesên sivîl ji encama bombebarana firokeyên hevpeymaniya navdewetî hatine kuştin, Pentagonê dest bi lêkolînan kiriye.

David di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, eger zanyariyên ku di wan raporan de werin piştrastkirin “Dê Pentagon pêngavên din, wek destpêkirina lêkolînên fermî, diyar bike.”

Roja 11ê Tebaxê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî kargeheke çekan li gundê Etmê armanckiribûn.

Rêxistinên mafên mirovan li ser zarê çavkaninê xwecihî ragehandibûn ku, di encama bombebaranê de 10 welatiyên sivîl ên Etmê bibûn qurbanî.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî di daxuyaniyekê de daxwaza zelalkirinê “û lêkolîn û darizandinê” ji Amerîkayê kiribû.

Gundê Etmê ser bi parêzgeha Idlibê ve ye û dikev sînorê başûr-rojavayê herêma Efrînê, tenê geliyekî biçûk di navbera girên Etmê û girên gundê Dêr Belût de ye.

ji sala 2013an de kampeke penaberan lê hate vekirin û niha girên Etmê jî di dest çekdarên Eniya al Nusra de ne.