Xortekî Efrînê li ser sînorê Tirkiyê tê kuştin

Xortekî Efrînî li ser sînorê Tirkiyê bi lêdan û îşkenceya leşkerên Tirkan hate kuştin.

K24 – Efrîn

Xortekî Efrînî li ser sînorê Tirkiyê bi lêdan û îşkenceya leşkerên Tirkan hate kuştin.

Xortê bi navê Hemze ji gundê Zarê yê bi ser Efrînê duh 17 Tebaxê gava dixwast derbasî bakurê Kurdistanê bibe, li ser sînorê Tirkiyê rastî lêdan û îşkenceyê hat.

Li gor çalakvanên Herêma Efrînê ji K24 re ragehandine ku dema Hemze dixwest sînor derbas bike ji aliyên cendirmeyên Tirkiyê ve hate girtin, herweha piştî girtina wî Hemze kuştî hate dîtin.

Ev ne cara yekem e ku xelkê herêma Efrînê li ser sînorê Tirkiyê têne girtin û Kuştin, ku piştî ragehandina Tirkiyê ji herêmeke tampon di navbera her du herêman Efrîn û Kobanê de, xelkê Efrînê rastî gulebarana leşkerên Tirkiyê tên.