Li Bakurê Kurdistanê ajaleke nîv Kîvroşk û nîv Kanguru hat dîtin

Bi davikê ew ajal hat girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Welatiyên li Herêma pîşesaziyê li ser rêya ku di keve nabera bajarê Idirê û Tuzluca ajalek nîv Kîvroşik û nîv Kanguru dîtin.

Berpirsê Navenda Karûbarên Daristanan û Avê Mete Turkoglu duh,19ê Tebaxê ragehand ku welatiyên herêma Pîşesaziyê curê  Kîvrokşka Erebî dîtin û wan bi dafikê ew ajal girtin.

Turkoglu diyar û got: ''Welatiyan bo me gotin ku me ajalek seyr dîtiye. Li ser vê  yekê em çûne herêmê û me bi dafikê ew girt. Piştî lêkolînên pijîşkî eşkere bû ku eve Kirvoşkeka Erebî ye. Serê wê dişibe Kîrvoşkane lê gewdeya wê mîna ya Kanguru ye. Rewşa tendurustiya wî jî başe.'

Mete Turkoğlu da zanîn ku nifşê vê kirvoşkê tenê li Suriyê, Iraqê, Îranê û Azerbeyacanê, li deverên ku 350 heta 2 hezar 500 metir ji avê bilindtir dijîn.

Turkoğlu dirêjahî bi axiftina xwe anî  û got: ''Kirvoşkên Erebî li welatê me jî tenê li herêma Serhedê peyda dibin. Nifşa van ajalên narîn jî her diçe kêm dibe.''

Herwiha  diyarkir ku wan kirvoşk hildaye bin çavdêrî û parastinê,û piştî lêkolînên pêwîst ewê care din kirvoşkê berdin xwezayê.

Li Bakurê Kurdistanê ajaleke nîv Kîvroşk û nîv Kanguru hat dîtin
Li Bakurê Kurdistanê ajaleke nîv Kîvroşk û nîv Kanguru hat dîtin