HDP Tirkiyê şermezar dike

medya jî li hemberî van bûyeran bêdengin

K24-Navenda Nûçeyan

Parlemnterên Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) operasyonên Tirkiyê li ser navçeyên  Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û dibêjin ku bûyerên  îro çêdibin ji yên salên 90î dijwartir û  metrisîdartirin.

Hevseroka HDP a bajarê Colemêrgê Zeyneb Besê Dara duh, 19ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragehand ku  ev pênc rojin ku leşkerên Tirkiyê gundê Şebetê  ku ser bi navçeya Şemzînanê ve ye bombebaran dikin.

Zeyneb dazxwa ji hemû kesî kir li hemberî şer derkevin da ku were rawestandin.

Ji aliyê xwe ve, Parlementerê HDP yê Colemêrgê Nihat Akdogan  opersyonên Tirkiyê bi tundî şermezarkir û got: “Ku bûyerên îro çêdibin ji yên salên 90î dijwartirin û metirsîdartirin û da zanîn ku medya jî li hemberî van bûyeran bêdengin.”

Agkdogan diyar kir ku Serokomarê tirkiyê Receb Teyyip Erdogan bo Sûriyê digot: “Hikûmetên ku welatiyên xwe bombebaran dikin ne rewan e” û da zanîn ku neha Dêrsim, Silopî û Şemzînanê tê bombebarankirin.

Ev pênc rojin ku li nevçeya Şemzînanê  şer di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê berdewame.