Venezuela rewşa awarte radigehîne

Serokê Venezuelayê rewşa awerte li ser sînorê welatê xwe yê ligel Colombiyayê bo heyama 60 rojî, ragehand.

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Serokê Venezuelayê rewşa awerte li ser sînorê welatê xwe yê ligel Colombiyayê bo heyama 60 rojî, ragehand.

 

Serokê Venezuelayê Nicolas Madoro duh, 21 Tebaxê, ji bo vegerandina ewlehiya li ser sînosê ligel Colomiyayê, rewşa awarte ragehand.

 

Beriya çend rojan, di navbera sînorê Venezuela û Colombiyayê de, şer di navbera qaçaxçiyêm Benzîn û xurakê û polîsan de derket, di wî şerî de 3 polîs birîdar bibûn.

 

Rewşa awarte dê 60 rojî li pênc li 5 navçeyên Venezuelayê berdewam bibe.

 

Herwiha Madoro got jî ku hêzek ji  hezar û 500 leşker gehiştine wê herêmê.

 

Roja 18 Tebaxê Madoro biryar dabû ku du dergehên sînorî bi Colombiyayê re werin girtin.