PKKê li Wanê bi otombîla bombebarkirî êrîşê polîsan kir

Gerîlayên PKKê li Wanê bi otombîleke bombekirî êrîşî navendeke polîsan kirin.

K24 – Wan

Gerîlayên PKKê li Wanê bi otombêleke bombekirî êrîşî navendeke polîsan kirin.

Gerîlayên PKKê duh 22 Tebaxê danê êvarê li navçeya Westan a ser bi bajarê Wanê, bi otomobîlek bombebarkirî êrîşê Baregaha Polîsan a Balabanê kirin. Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn jê 2 polîs in. 

Hate gotin ku ji ber êrîş di demjimêr 22:00'ê şev pêk hatiye û ji ber vê ziyana canî kêm bûye. Ji ber êrîşê beşeke navenda polîsan û 15 xanî û dukanên li wê deverê hilweşiyane. 

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûne ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê re hatin veguhastin. Piştî êrîşê leşkerên Tirkiyê li herêmê operasyon dane destpêkirin.

Lê nehate zanîn ka ev êrîş xwekujî bûye yan na.

Navenda polîsan a Balabanê dikeve ser rêya Wan û Tetwanê, xala pişkînîn û kontrolê lê heye.