HDPê û MHPê piştgiriyê didin axeftinên Alkan

hewldanên reşkirinê li dijî Alkan tê kirin

K24- Enqere

Cîgirê serokê koma HDP'ê Idris Baluken piştgirî da gotinên Mîralay (Mehmet Alkan), navborî gotibû: “li holê proseseke çareseriyê hebû, xwîn ne diherikî çi bû ku dîsa şer dest pê kir.” Baluken diyar kir ku hewldanên reşkirinê li dijî Alkan tê kirin.

Cîgirê Serokê Koma HDP li Parlementoya Tirkiyê, Idrîs Baluken di daxyaniyekê de duh, 24ê Tebaxê got:"Ev hewldanên han, êrîşên ne mirovane  cihê şermê ye.  Ev helwesteke ne exlaqî ye. Nerazîbûna mîralayekî birayê xwe wenda kiriye, wekî hêmanê perçebûna welêt dinirxînin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Mîralay (Mehmet Alkan) di cenazeya birayê xwe de yê ku li şerê Tirkiyê û PKK de hatibû kuştin rexneyên tund li derketina wî şerî girtibûn û gotibû: “li holê proseseke çareseriyê hebû, xwîn ne diherikî çi bû ku dîsa şer dest pê kir.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Koma MHP'ê Oktay Vural jî xwedî li Alkan derket û bertekên li dijî wî, wekî bêariyê nirxand.

Oktay Vural got jî:"Hûn çima aciz dibin? Hûn çima êrîşî xizmê şehîdan dikin. Ev nemerdî ye. Gotinên mîralay gotinên me hemûyan e. Kezeba gel dişewite. Gelo wê ji wê ferasetê çi derkeve ku ji vê êşê re dibêje, birebir. Qêrîna Mîralay Qêrîna her mirovî ye."

Li Tirkiyeyê êdî malbatên leşkeran naxwazin zarokên wan di şer de bên kuştin û bi dengekî bilind daxwaza rawestandina şer dikin. 

Mîralay Mehmet Alkan jî yek ji wan kesan e ku aciziya xwe anî ziman. Gotinên Alkan ne bi tenê ji siyasetmedaran herwiha ji gelek saziyên civakî jî piştgirî wergirt.