Herêma Kurdistanê 7 roj bêhnvedan bo cejna “Cima” radigehîne

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmet Herêma Kurdistanê bi helkefta  cejna "Cima" 7 rojan wek bêhnvedana fermî ji Kurdên Êzdî re terxand dik.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê  Serdar Qurbanî  îro, 5ê Cotmehê, ragehand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji 7ê Cotmehê heta 14ê heman mehê ji Kurdên Êzdî re bêhnvedan e bi helkefta cena "Cema".

Ji aliyê xwe ve Şêwermendê Encûmena Rûhanî ya Êzdî Kerîm Selman duh, 4ê Cotmehê tekez kiribû ku bi sedema rewşa Êzdiya encûmena  wan biryar daye ku rêwresêmên cejna Cima neyên lidar xistin.

Roja 3yê Tebaxa 2014an rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ketibiye Şingalê de, li wê de gelek tawan ji kuştin, revandin û dîlkirinê derheqê Kurdên Êzdî de encam dane, heta niha jî Şingal nehatiye rizgarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li qadên navdewletî hew dide ku wan tawanên DAIŞê wek jenosîd li dijî Kurdên Êzdî bide naskirin.

Cejna "Cima" mezintirîn cejnên Kurdên Êzdî ye û ya herî kevnar.