Rûsya: Iraqê ji me nexwestiye em li DAIŞê bixin

Kurd24

K24-Navenda-Nûçeyan

Rûsya radigehîne ku Iraqê ji wan nexwestiye êrîşan li dijî pêgehên DAIŞê encambidin, dibêje jî ew amade ye ligel Artêşa Azad a Sûriyê danûstandinan bike.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  duh, 5ê Cotmehê, ragehand heta niha Bexdayê ji hêzên Rûsî nexwestiye ku pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Iraqê bombebaran bikin.

Ev yek di demekê ku êrîşên esmanî yê Rûsyayê li Sûriyê di 30ê Îlona borî de destpêkirine.

Beriya niha Sergey Lavrov ragehandibû ku, wan bi rêya Bexdayê alîkariyên çekdarî n ji “Kurdên ku şerê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) dikin” re şandiye.

Lê Wezareta Pêşmerge red kiribû ku ti alîkariyên leşkerî ji Moskoyê gehiştibin Hewlêrê, ji bilî barekî ji alîkariyên mirovî.

Lavrov diyar kir jî ku, hêzên Kurdî jî ”beşdar in” di navenda hevahengiyê di navbera Rûsya, Îran, Sûriyê û Iraqê li welatê navborî.

Ev daxuyaniya Lavror vî ji aliyêl Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ve hatibû redkirin.

Yawer tekez kiribû ku, ti têkiliya Herêma Kurdistanê bi navenda hevanehgiyê ye li Bexadyê re nîne.

HerwihaSerokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê opersyonên Rûsyayê li dijî DAIŞê ragehandibûn ku , ew pêşwazî li her hewldanekê ji bo lêxistina “terorê” dikin.