Mosko û Îsraîl hevahengiya leşkerî li Sûriyê gotûbêj dikin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandekeyeke leşkerî ya Rûsî serdana Îsraîlê dike û hevahengiya leşkerî di esmana Sûriyê de gotûbêj bikin, da ku ti rûbirûbûn di navbera hêzên her du welatan de dernekeve.

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê ragehandiye ku biryar e îro, 6 Cotmehê, şandekeyeke leşkerî ya wî welatî bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Serokerkanê Giştî Nîkola Bogdanovisky bigehe Til Avivê.

Ev civîna leşkerî piştî serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di 21 Îlonê de, bo Rûsyayê civîna ligel serokê wî welatî Vladimir Putin de tê.

Ev bû heftiye ku firokeyên Rûsî dest bi êrîşan li dijî pêgehên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Sûriyê kiriye.

Îsraîl di wê metirsiyê de ye ku alîkariya Rûsyayê ji rêjîma Sûriyê re û herwiha firîna firokeyên şer yên Rûsyayê di esmana Sûriyê de, rûbirûbûnekê di navbera wan de çê bike.

Her car jî firokeyên Îsraîlê di esmana Sûriyê de difirin û rewşa meydanî li welatî dişopînin, herî dawî jî roja 27 Îlonê hin pêgehên Artêşa Sûriyê li bilindahiyên Colanê aramanc kiribûn.

Şandeya Rûsî bi serokatiya cîgirê serokerkanê wî welatî Bogdanovisky dê li gel hevşanê xwe yê Îsraîlî Yaîr Colan li navenda serkirdayetiya leşkerî li Til Avivê bicive.

Roja 5 Cotmehê Netanyahu armancên Îsraîlê ji hevahengiya bi Rûsyayê re ji telefîzyona CNN re wiha şîrove kiribû “ Li Sûriyê me du armanc diyar kirin, yekem ew e, parastina ewlehiya gel û welatê min e, ji Rûsya re jî aramanc wê taybet bi wê hene.”