Qedexeya li Nisêbînê hat rakirin

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Li qezaya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya ku ji 5 rojan hatibû danîn û kesî nedikarî ji malên xwe derkevin hat rakirin.

Ji roja 1 Cotmehê ve, li Nisêbînê rewşa awarte hatibû ragehandin û ketin û derketina ji bajêr hatibû qedexekirin û welatiyan jî nedikarîn ji malên xwe derkevin. Bi biryara Walîtiya Mêrdînê îro 6 Cotmehê, sibê saet 6 qedexe hat rakirin, heta astekî jî rewş aram bûye.

Li gor agahiyên destpêkê di van her çend rojan de herî kêm 2 welatî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û hejmara birîndaran jî ne diyar e.

Berî niha li Cizîra Botan jî heman qedexe hatibû danîn û di encamê de 23 welatiyan canên xwe ji dest dabûn.