Rayedarekî PKK banga “yekgirtina” gerîla û Pêşmerge li PDK dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rayedarekî PKK banga “fermandariyeke hevbeş” ji gerîla û Pêşmergeyan re li PDK dike û dibêje “Bila di her çar parçeyên Kurdistanê de hêza parastinê ya hevbeş hebe.”

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Duran Kalkan bang li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir ku “bi ruhê Kobanê ji bo yekîtiyê têbikoşe.”

Kalkan di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Med Nûçe duh, 5ê got ku, ew wek PKK daxwaza girêdana Kongreyê Neteweyê yê Kurdistanê û “yekgirtina” fermandariya hevbeş a gerîla û Pêşmerge dikin û wiha berdewam kir “Bila di her çar parçeyên Kurdistanê de hêza parastinê ya hevbeş hebe.”

Navborî diyar kir jî ku, ew fermandariya hevbeş a gerîla û Pêşmerge  “dikare vê hêzê bi rê ve bibe û kurd wek hêzek bi îrade bikarin ji nû ve li Rojhilata Navîn siyasetê bikin. Di qadên dîplomasî de siyasetê bikin. Ev yek wê li gorî berjewendiyên hemû partiyan be û bi gelê kurd bide qezenckirin.”

Wî rayedarê PKK tekez kir jî ku “Helwesta me wek tevger bi vî rengî ye. Em banga xwe ya ji bo ku her kesî bi vî rengî nêz bibe, dubare dikin.”

Derbarê peywendiyên PKK û PDK de, Kalkan got ku, heta niha jî cudahî di nêrîn û helwestên her du partiyan de hene û wiha berdewam kir “peywendiyek bê hevdîtin, bê nîqaş, aloz û bi pevçûn di navbera PKK û PDK’ê de nîne û wê nebe jî. Divê her kes jî vê baş bizanibe.”

Kalkan ragehand jî ku bila kes li ser nakokiyên di navbera PKK û PDK siyasetê neke û got: “Kesên ku difikirin wê bi van nakokiyan ve hêviyên xwe girê bidin û li ser siyasetê bikin, xwe dixapînin.”

Dawiyê jî Kalkan daxwaz ji PDK kir ku êdî bi Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) re siyasetê neke û “tevlî bloka demokratîk” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe.