3 pizîşkan xelata Nobel a Pizîşkiyê werdigrin

Kurd24

 

K24-Navenda Nûçeyan

 

Sê pizîşkên ji welatên Irelanda, Japan û Çînê bi hevbeşî xelata Nobel a pizîşkiyê wergirtin 

duh, 5ê Cotmehê li paytexta Nerwejê, Oslo, her yek ji William Campbell ji Irelande,  Satoshi Omura ji Japanê û  Tu Youyou yê Çînî xelata Nobelê ya sala 2015 di warê pizîşkiyê de wergirtin.

Her yek ji Dr. Campbell û Dr. Omura karîn dermanek ji bo kulbûnên bi sedema kurmên girover bibîne, Dr. Yoyo jî çareyek ji bo nexweşiya “Malariayê” peyda kir.

Desteya berbijêrên xelatên Nobelê eşkerekirin ku ev vedîtin dê bandoreka wê ya mezin ser xelkên Afrîqiya, Asiya û Amerîka latîn hebe, yên ku ev nexweşî têde belav dibin.

Nexweşiya Malariyê  yek ji nexweşiyên belvbûyî ye û jiyana milyaran kes kiriye metirsiyê, ew nexweşî bi rêya pêşiyan/kelêmşan belav dibe, herwiha sala ne jî bi sedema wê 450 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.