YEyê dest bi bernameya jinûve parvekirina penaberan dike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê (YE) yekemîn pêngava parvekirina penaberan li welatên xwe dide, destpêkê jî wê penaberên li Îtalyayê ber bi Siwêdê ve biçin.

Komisyona YEyê duh, 6 Cotmehê, li ser Twitter ê belav kir ku, ew dê ji roja înê (9 Cotmehê) ve dest bi parvekirina penaberên ku gehiştine kêşwerê bije.

Li gor  Ajansa Ewropî bo Çavdêriya Sînor (Fontex), ji destpêka sala 2015an û heta niha, 630 hezar penaxwaz bi awayên qaçax û neyasayî derbasî sînorên Yekîtiya Ewropayê bûne.

Biryar e, destpêkê ji Îtalyayê pêngava parvekirinê dest pê bike, ku dê penaber bi rêya firokeyan ji firokxaneya Romayê ji bo Swêdê werin veguhestin.

YE di 14 Îlona borî de bernama jinûve parvekirina 120 hezar penaberên ku ji (Sûriyê, Iraq, Îrîtêriya) îsal gehiştina wê kîşwerê pesend kiribû, tevî nerazîbûna welatên rojhilatê YEyê.

Biryar e jî bi dawiya meha Mijdarê re navendeke tomarkirina penaberên ku digehin Îtalyayê vebe, ji bo ji nû ve li 28 welatên YEyê werin parvekirin.