Wezîrê Derve yê Hengariyayê li Hewlêrê ye

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Hengariyayê gehişte Hewlêrê û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.

Serê sibeha îro, 7ê Cotmehê, Wezîrê Derve yê Hengariyayê, Péter Szijjártó, bi serokatiya şandeyekê gehişte Firoxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ya Hewlêrê.

Péter Szijjártó li firokexaneyê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.

Hengariya yek ji welatên ku di şerê li dijî terorê de alîkariyeke berçav pêşkeşî Herêma Kurdistanê kiriye.

Pêşbînî tê kirin ku Péter Szijjártó ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, jî bicive.