Tirkiyê pêşinyara “grûpên kar” li Rûsyayê dike

Kurd24

 

K24-Navenda Nûçeyan

 

Rûsya radgehîne ku Tirkiyê derbarê opersyonê wan ên li Sûriyê de pêşinyara “grûpên karê hevpeş” kiriye.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê Wezareta Bergirî ya Rûsiyayê Igor Konashenkov duh, 6ê Cotmehê, ragehand ku Tirkiyê pêşnyara xwe derbarê opersyonê wî welatî de yên li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Sûriyê radestê konsulxaneya Rûsyayê li Tirkiyê kiriye.

Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, lê welatên herêmî û rojava û Amerîka jî dibêjin ku ew êrîşê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ne li dijî opozîsyonê.

Ii gor Konashenkov diyar kiriye ku Tirkiyê pêwîstiya pêkanîna “grûpên hevpeş” derbarê operasyonên welatê wî li Sûriyê de pêşnyarkiriye.

Ji aliyê xwe ve û di daxuyaniyekê de serokomarê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan duh, 6ê Cotmehê, di dema serdena xwe ya bo Belcîkayê de ragehandibû ku ew pinbêkirina Rûsyayê ji esmana welatê wî re qebûlnakin.

Di rojên borî de, firokeyeke Rûsî du caran esmana Tirkiyê derbas kiribû, Moskoyê ragehand ku firokeyê ji ber xirabiya seqayê ji rêya xwe derketibû, NATOyê jî ew buyer bi karek “bi mebest” binav kiriye.

Erdogan Rûsya egehdarkir ku eger kiryarê wiha dubare bibe ew welat dê dostaniya xwe li gel Tirkiyê ji destbixe.

Berî niha jî ji  bo rojnameya Hurriyet a Tirkiyê Serokmarê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan ragehandibû ku operasyonên Rûsyayê dê wê bixin “tenhaiyeykê” de li navçeyê.

Erdogan diyarkirbû  ku ew operasyon ji aliyê Enqerayê ve nayêne qebûl kirin û bi "şaştiyeke mezine" binav kir.