Li Dêrsimê 9 xwendekar hatin binçavkirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, polîsên Tirkiyê bi ser malên xwendekaran de girtin û 9 xwendekar 6 jê keç in, binçav kirin.
Li bajarê Dêrsimê şevê borî 6 Cotmehê, derdora demjimêr 20.30 di operasyonekê de, hêzên asayîşa Dêrsimê bi ser çend malên xwendekaran de girtin û malên wan hatin pişkinînkirin.
Di dema kontrolkirina hundirê malan de polîsan dest danîn ser hard kompiyoterên xwendekaran.
Derbarê sedema binçavkirina wan 9 xwendekaran de heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn û nayê zanîn jî ku ew xwendekar bi ser çi rêxistinê ve ne. Tenê hat ragehandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.