Rewangeha Sûrî: Rûsya bi tundî êrîşî pêgehên opozîsyonê dike
K24-Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku firokeyên Rûsyayê operasyoneke tundbirne ser navçeyên di bin kontirola opozîsyona Sûriyê.
Di daxuyaniyekê de Rêveberê Rewangeha Sûrê ya Mafê Mirovan Ramî Ebdullreham îro, 7ê Cotmehê ragehand ku ew navçeyên ku ji aliyên firokeyên Rûsyayê li Sûriyê hatine armanc ne nêzîkî ti pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal(DAIŞ) ne.
Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, lê welatên herêmî û rojava û Amerîka jî dibêjin ku ew êrîşê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ne li dijî opozîsyonê.
Ebudllrehman diyarkir jî ew pêgehên ku ji aliyê firokeyên Rûsî li bajarê Idilib û Hameyê hatine ermanc kirin yên grûpên Islamî ne û ser bi opozîsyona Sûriyê ve ne.
Berpirsê Rewangehê da zanîn ku ku ew êrîş bi piştgiriya hêzên bejayî yên Sûriyê bûn, herwiha şer û pevçûneke tund li navbera hêzên rejîma Sûriyê grêpên Islamî yên ser bi opozîsyona Sûriyê ve derketin.
Rûsya li Sûriyê tekez dike ku êrîşên wê yên esmanî tenê li dijî pêgehên DAIŞê ne û bi ti awayekî pêgehên opozîsyonê ne hatine armanc kirin.
Lê beriya niha her yak ji Amerîka, Bîrtanya, Fransa, Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyeke hevbeş de gotibûn ku, Mosko navçeyên di bin kontrola şervanên opozîsyona Sûriyê de bombebaran dike