Li Silêmaniyê 9emîn civîna çareserkirina krîza serokatiyê bi rê ve diçe

Kurd24

K24- Hewlêr

PDK bi bijardeyên nû diçe 9emîn civîna çareserkirina krîza serokatiyê, YNK û hevlabendên wê jî li ser her du bijardeyên xwe rijd in.

Biryar e îro, 8ê Cotmehê, 9emîn civîna aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo çareserkirina krîza serokatiyê, li Silêmaniyê bi rê ve biçe.

Xalên nakokiyên yên ku bûne rêgir li pêş serkeftina aliyên siyasî di gehiştin bi rêkeftinekê de, pirsa mîkanîzma hilbijartinê û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê ne.

Civînên bi mebesta çareserkirina krîza serokatiyê ji 19ê Îlonê ve destpê kirine, lê heta niha ew pirs nehatiye yekalîkirin.

Rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tekez dikin ku wan pêşniyarên nû derbarê wê pirsê de amade kirin, dê pêşkeşî 4 aliyên din ên siyasî di civîna îro de bikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Komela û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê jî tekez dikin ku, wan berê 2 pêşniyar pêşkeşî PDK kirine, didin xuyakirin jî ku ew her du pêşniyar helwesta wan a dawî ye.

Du pêşniyarên 4 aliyên navborî ku di civîna 8em de hatibûn pêşkeş kirin ew bûn ku:

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin bi desthilatên gelek.

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve were hilbijartin bi desthilatên kêm.

Berpirsên PDK jî dibînin ku pêşniyara duyem bêhtir nêzîk xwesteka wan e, lê ew ne razî ne ku desthilatên serok werin kêmkirin yan bibin desthilatin protokolî.