Amrîka: Biryara avakirina navçeya tampon li Sûriyê nehatiye dayîn

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîkî radigehîne ku ti biryar bo avakirina navçeyeke tampon li bakurê Sûriyê tune ne, tevî ku hin raportan egera avakirina wê herêmê xistine rojevê.

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê, John Kirby, duh, 7 Cotmehê, ragehand ku, ti biryar avakirina “Navçeya Tampon” li bakurê Sûriyê nehatiye standin, tekez kir jî ku baştirîn çareserî veguhastina desthilatê û nemana Esed e.

Navçeya tampon ku Tirkiyê ji demekê de dixwaze li bakurê Sûriyê ava bike, bi dirêjehiya 110 k.m û kûrahiya 45 k.m di hundir Sûriyê de ye, ji bajarokê Cerablusê destpê dike û heta Ezazê ye.

Amerîka û welatên Hevpeymaniya Navdewletî dibînê ku, avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê di rewşa niha de “ne pêwîst e.”

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî daxwaza avakirina navçeyên tampon li bakur û başûrê Sûriyê dike, bo parastina sivîlan.

Her du encûmenên Rojavayê Kurdistanê bi avakirina herêma tampon re li tevahiya bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne, eger di bin siya hevpeymaniya navdewletî û NY de be.