Li Qamişloyê teqîn: kuştiyek û 3 birîndar

Kurd24

K24- Qamişlo

Li yek ji taxên bajarê Qamişlo teqînek çêbû û 3 endamên asayişa bajêr birîndarin.

Li gor peyamnêrê K24ê, teqîn demjimêr 08:35 ji sibeha îro, 13ê Cotmehê, di dema derbasbûna otombîleke asayişa Qamişloyê,motosîklekî bombekirî li filkeyta Xelîc a taxa Xerbî pêkhatiye.

Motorîskl bi rêya kontrolê ji dûr ve hatiye teqandin.

Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê qurabiyan de ragehand ku, endamekî asayişê bi navê Dilovan Mihemed Tehe canê xwe ji dest daye û 3 endamên din birîndarin.

Heta niha jî ti aliyekî berpirsiyariya encamdana wê teqînê negirtiye stûyê xwe, lê çendîn car rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) teqînên bi wî awayî li Qamişlo kirin.