Li Sûriyê pêkhateyeke leşkerî bi piştgiriya Amerîkayê ava dibe

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyanî hêzeke hevgirtî li Sûriyê ava dikin, Amerîka jî dê bi mebesta şerê Ii dijî DAIŞê alîkarî û piştgiriya wan bike.

Beriya niha Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû ku, ew dê stratejiyeke nû bo alîkariya opozîsyona Sûriyê ya çekdar cîbicî bike.

Di vê derbarê de pêr, 11ê Cotmehê, Kurd, Ereb û Aşûriyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, pêkhateyeke leşkerî ya nû bi navê “Hêzên Sûriyeya Demokratîk” ragehandin.

Grûpên şervan ên ku tevlî wê hêzê bûne diyar dikin ku, avakirina “Hêzên Sûriyeya Demokratîk” wek pêwîstiyekê ye bo hebûna hêzeke hevgirtî ji Kurd, Ereb û Xirîsiyanan li Sûriyê di gonaxa niha de.

Derbarê armanca wê hêzê de, di daxuyaniya damezrandinê de hatiye ku, “Hêzên Sûriyê yên Demokratîk” dê kar bo “avakirina Sûriyeyeke demokratîk” bike.

Ev hêza nû bi pêşniyara Amerîkayê hatiye avakirin, dê li ser erdê hevahengiyê ligel firokeyên hevpeymaniya navdewleyî bikin, bi mebesta azadkirina bajarê Reqayê ji dest rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ).

DAIŞê di Nîsana 2013an de dest danîbû ser parêzgeha Reqayê, piştre jî ligel çend navçeyên din ên Iraqê “dewleta” xwe ya bi navê “dewleta xilafetê” ragehadiye.

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk” ji van hêzan pêk tê: Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ), Hevgirtina Erebî ya Sûrî (Artêşa Şoreşgeran, Odeya Operasyonên Volkana Firatê, Hêzên Senadîd, Hevgirtina Lîwayên Cezîrê), Encûmena Leşkerî ya Xirîstiyanan.

Beriya demekê jî rojnameyên Amerîkî belav kiribûn ku, Amerîka dê 3-5 hezar şervanên Ereb tevlî 20 hezar şervanên Kurd bike û wan ji bo azadkirina Reqayê perwerde û amade bike.

Stratejiya nû ya Amerîkayê piştî wê yekê hat ku, programa perwerdekirina şervanên opozîsyona Sûriyê ya liberal wek ku dihat çaverêkirin sernekeftibû.