Amerîka barekî çekan li Girê Spî diavêje xwarê

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka barek çek û teqemenî ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê re diavêje xwar, wek destpêkekê ji hewldanên azadkirina Reqayê re.

Fermandarekî paye bilind ji Yekîneyên Parastina Gel(YPG), ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, duh, 12ê Cotmehê, ji K24ê re ragehand ku, Amerîkayê ew barê çek û teqemeniyan ji embargehên xwe yên li weltên derûdorê barkiribûn, bêyî ku navê wan welatan diyar bike.

Ev pêngava han a Amerîka piştî avakirina hêzeke hevgirtî ji Kurd, Ereb û Xirîstiyanan tê, ku dê kar bo azadkirina Reqayê ji dest rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bike.

Ji aliyê xwe ve jî berpirsekî Amerîkî di 11ê Cotmehê de eşkerekirbû ku ew çek û teqemenî bi rêya firokeyên ji corê C-17s ku ji 112 paket pêktê avêtibûn.

Qasê wî barê çekan 50 Ton bû û ji çekên sivik, gule û narincokan pêk dihat, wek ku Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandiye.

Heman fermandarê YPG da zanîn ku, ew paketên çekan li navçeyeke nêzîk Girê Spî hatine avêtin, niha jî ew çek di embarên wê hêza nû de ne.

Berî niha jî û di dawiya Îlona 2014an de, Herêma Kurdistanê jî barek çek û teqemenî bi rêya firokeyê Amerîkî ji şervanên YPG ê re li bajarê Kobanê avêtibû