YPGê “3 serkirdeyên” Eniya el-Nusrayê li Efrînê dîl dikin

Kurd24

K24 – Efrîn

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Efrînê di operesyoneke taybet de “3 serkirdeyên” Eniya el-Nusrayê dîl kirin.

YPGê di daxuyaniyekê de duh, 12 Cotmehê, ragehand ku, yekîneyeke wan di operesyoneke leşkerî ya taybet de, karîn “3 serkirdeyên” Eniya el-Nusrayê li herêma Efrînê dîl bigirin.

Ev operesyona YPGê wek bersivdanekê li ser berdewamiya binçavkirina Eniya el-Nusrayê ji endamê komîta derve yê YPGê yê “bi navê Cemal tê naskirin” e.

Daxuyaniya YPGê amaje bi wê yekê kir jî, ku yekîneyên wan li Bajarê Helebê ji ber zêdebûna êrîşên wê rêxistinê li taxa Şêx Meqsûd, tedbîrên xwe zêde kirine, herwiha rêbendên pişiknînê jî li riya Kastêlo danîne.

Çekdarên el-Nusrayê û bi bihaneya ku “YPGê hin endamên wê rêxistinê girtine” bi berdewamî xelkên Efrînê yên ku ji di navbera Helebê û Efrînê diçin û tên, li ser nasnameyê digirin.