YNK, Komel û Yekgirtûya Islamî lihev dicivin

Kurd24

K24- Hewlêr

Serkirdeyên YNK, Komel û Yekgirtûya Islamî li ser krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê lihev dicivin, wezîrên Goranê jî hatine ragirtin.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê diyar kir ku, dê civîn li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî, li bajarê Hewlêrê birêve biçe.

Herwiha dê her yek ji Emîrê Komela Islamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec amade bin.

Civîna her 3 aliyên navborî piştî wê yekê tê ku, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), karê wezîrên Tevgera Goranê di hikûmetê de ragirtin, herwiha potsa Serokê Parlementoya Kurdistanê jî ji dest parlementerê Goranê, Yûsif Mihemed, derxistin.

Li gor zanyariyên ku di medyayê de hatine belavkirin, PDK hewl dide ku wezîrên her yek ji YNK û Yekgirtûya Islamî li şûna wezîrên Goranê dîne.

Tê pêşbînî kirin ku di vê civînê de, YNK û her du baskên islamî yên Kurdistanê helwesta xwe ji aloziya siyasî diyar bikin.

Li gor peyrewa navxwe ya hikûmetê jî, dema valabûna kursiyê wezaretekê, divê wezîrekî din ê di hikûmetê de bi wekalet karê wezareta valabûyî birêve bibe.

Rayedarên PDK diyar dikin jî ku, Tevgera Goranê pêbendî rêkeftina pêkanîna hikûmetê nebûye û li dijî kabîneya 8em kar kiriye.