YPG: Operasyona azadkirina Reqayê nêzîk destê dike

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) radgehîne ku operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê wê di “çend heftiyênbê” de destpê bike.

Fermandarî Giştî yên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) Sîpan Hemo îro, 13ê Cotmehê, ji rojnameya Şerq el-Ewset ragehand ku ew ligel Amerîkiyan di tevgerê de bo destpêkirina operasyona azadkirina parêzgeha reqa ya Sûrî ji rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ).

Ev yek di demekê de ye ku, şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyanî hêzeke hevgirtî li Sûriyê ragehandine, Amerîka jî  bi mebesta şerê li dijî DAIŞê alîkarî û piştgiriya wan dike.

Hemo da zanîn ku pêwendiyên wan bi Amerîkayê re hene derbarê destnîşankirina demijmêra “sifir” aoperasyonê.

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagonê) ragehandiye jî ku, roja 11-12 mehê firokeyên wan 50 ton ji çek û teqemeniyan ji hêzên opozîsyona Sûriyê ji Ereb û Kurdan re avêtine.

Beriya niha Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû ku, ew dê stratejiyeke nû bo alîkariya opozîsyona Sûriyê ya çekdar cîbicî bike.

DAIŞê di Nîsana 2013an de dest danîbû ser parêzgeha Reqayê, piştre jî ligel çend navçeyên din ên Iraqê “dewleta” xwe ya bi navê “dewleta xilafetê” ragehadiye.