YNK û Goran krîza siyasî gotûbêj dikin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî  ya Kurdistanê (YNK) derbarê krîza siyasî li Herêma Kurdistanê civiyan.

Li gor malpera fermî ya YNK (PUKmedya) îro, 13ê Cotmehê, şandeyek ji tevgera Goranê serdana baregeha siyasî ya wan li Silêmaniyê kirin.

Di civînê de her du aliyan behsa “derkirina” wezîrên Goranê ji kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha biryar e îro li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî li Hewlêrê divînek be beşdariya  Emîrê Komela Islamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec birêve biçe.

Ew civîn di demekê de tên ku, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), karê wezîrên Tevgera Goranê di hikûmetê de ragirtin, herwiha potsa Serokê Parlementoya Kurdistanê jî ji dest parlementerê Goranê, Yûsif Mihemed, derxistiye.

Li gor zanyariyên ku di medyayê de hatine belavkirin, PDK hewl dide ku wezîrên her yek ji YNK û Yekgirtûya Islamî li şûna wezîrên Goranê dîne.