Fransa amadekariyên pêşwazîkirina 400 penbarê Sûrî dike
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Beyrût û Emmanê dike ji bo pêşwazîkirina 400 penaberên Sûrî.
Di daxuyaniyekê de Wezîrê Navxwe yê Fransayê Bernard Kazanov duh, 13ê Cotmehê, ragehand ku ew û şandeyek ji ofîsa Fransî a "parastina penaberan” dê serdana Libnan û Urdinê bike.
Kazanov da zanîn ku di vê serdanê de, ew dosyeya 400 penaberê Sûrî (200 li Libnanê û 200 li Emmanê) lêkolîn bikin, ji bo ku wan li Fransayê bicih bikin.
Dê ew dosya ji nav penaberên Sûrî yên li Komisyona Bilina a Penaberêna ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) qeydkirî, werin hilbijartin.
Di çarçoveya rêkeftina bervekirina penaberan a YE
Fransa dê pêşwaziya 2 hezar û 375 kesan ku niha di kampên tirkiyê, Urdin û Libnanê de bike.
Herwiha dê Parîs 30hezar û 752 penaxwazî ji Îtalya û Yonanistanê werbigre.