Serkirdeyekî YNK: Derfeta jihevdûrketina me û PDK nîne

Kurd24

K24- Hewlêr

PDK û YNK berdewamiya karê kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, serkirdeyekî YNK jî dibêje ku pêgeha wan û PDK ji ya aliyên din cuda ye.

Piştî ji kar dûrxistina wezîrên Tevgera Goranê bi biryara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duh, 13ê Cotmehê, Şandeyeke payebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û PDK civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, endamê polîtbîroya YNK, Seidî Ehmed Pîre, di konferenseke rojnamevanî ya hevbeş de ragehand ku, wan behsa krîza niha ya siyasî û awayên çareserkirina wê kiriye, lê amaje bi rêkeftina li ser ti çareseriyekê nekir.

Pîre da zanîn ku, peywendiyên YNK û PDK ji yên aliyên din cuda ne “parastina Kurdistanê jî di pileya yekem de di stûyê her duyan de ye” herwiha tekez kir ku “derfeta jihevdûrketina her du aliyan nîne, divê em berdewam agehdarî hev bin.”

Li gor medyayê, PDK projeyek amade kiriye ku dê postên wezîrên Tevgera Goranê radestî YNK û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê bike, lê her du partiyên navborî di civîneke 3 alî de ligel Komela Islamî ya Kurdistanê tekez kirin ku “dûrxistina wezîrên Goranê li dijî yasayê ye.”

Cîgirê Serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî, serokatiya şandeya partiya xwe dikirin, şandeya YNK jî bi serokatiya cîgirê yekem ê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî bû.

Ji aliyê xwe ve, endamê polîtbîroya PDK, Mehmûd Mihemed, di konferensa rojnamevanî de got ku, biryara dûrxistina Goranê ji hikûmetê bo wê yekê hat da ku “Goran bizanibe ku ew nikare her tiştî bike yan li ser kirdarên negunca bo Herêma Kurdistanê berdewam be.”

Derbarê encamên civîna YNK û PDK de, berpirsên peywendiyên derve yê PDK, Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya Twitter ê belav kir ku “her du aliyan tekez li ser yekparçeyiya Kurdistanê, berdewmaiya hikûmetê li ser karên xwe û hevgirtina eniyên şerê li dijî DAIŞê” kirine.

Li gor peyrewa navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dema valabûna posteke wezarî, dê erkê wê wezaretê bi wezîrekî din ên wê kabîneyê bête spartin.

Kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 19 wezîran pêk tê, ji wan 5 ê PDK, 4 ê Goranê, 4 ê YNK ne.