PYD: Çekên ku Amerîkayê şandine di dest me de ne

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYD tekez dike ku, ew çekên ku Amerîkayê ji wan re avêtine dê tenê li Rojavayê Kurdistanê werin bikar anîn, herwiha dibêje ku eger Tirkiyê êrîşî wan bike, ew dê bergiriyê li xwe bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim duh, 14ê Cotmehê, ji ANF re ragehandiye ku, çekên ji wan re hatine şandin “dê tenê li hemberî DAIŞ'ê werin bikaranîn û ev çek ji bilî Rojava li ti devereke din nayên bikaranîn.”

Amerîkayê roja 11-12 mehê, bi rêya firokeyên taybet barek çek û teqmenî ji şervanên Kurd û Rereb li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re avêtibûn xwarê.

Salih Mislim jî tekez kir ku, ew çek û teqemenî 50 ton bûn û niha di bin destê wan de ne.

Tirkiyê jî dilgiraniya xwe ji vê yekê anîbû ziman û serokwezîrê wê Ahmed Davutolu gotibû ku, dibe PYD wan çekan radestî PKK bike da ku “pê şerê Tirkiyê bikin.”

Di bersiva Davutoglu de Mislim got: “Ev çek ancax têra me bikin. Bi van emê xwe li hemberî DAIŞ'ê diparêzin. Ji PKK'ê re naçe, li dijî Tirkiyeyê nayê bikaranîn.”

Ew çekên Amerîkî piştî wê yekê hatin şandin ku, YPG, YPJ û çend grûpên çekdar ên Ereb û Xirîstiyana hêzeke hevbeş bi navê “Hêza Sûriyê ya Demokratîk” avakirin.

Armanc ji piştgiriya Amerîkayê li wê hêzê, azadkirina bajarê Reqayê ye, Salih Mislim jî tekez kir ku, operasyona li hemberî Reqqa û Cerablûsê li ser maseyê ye û niha hewl tê dayîn dema wê bê diyarkirin.

Mislim destnîşan kir ku Rûsya jî wê bi erênî nêzî vê operasyonê bibe.