Lavrov: Amerîka pêşwazî li şandeya me nake

Kurd24

 

K24-Navenda Nûçeyan

 

Rûsya ragehand ku Amerîkayê red kiriye ku pêşwaziyê li şandeke wan bike, herwiha ti şandeyê jî naşîne Moskoyê.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yê Sergey Lavarov duh, 14ê Cotmehê, ragehand ku wan "bersiveke fermî" derbarê hevahengiya li Sûriyê ji Amerkayê wergirtiye.

Lavarov da zanîn ku Amerîka ew agehdarkirne, ew nikarin şandeke xwe bişînin Moskoyê û nejî pêşwaziyê şandeyek Rûsî bikin.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê RûsyayêVladimir Putin roja Sêşema borî Amerîka tuhmetbarkirbû ku ew hevhanigî û parvekirina zanyariyan derbarê Sûriyê red dike,.

Putin  daxwaza xwe bo şandina şandekê paye bilind bi serperiştiya serokwezîr Dmitry Medvedev bo Amerîkayê nîşanda.  

Berî niha Wezîrê Bergîrî yê Amerîkayê, Ashton Carter, di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû ku “gotûbêjên gelekî profesyonal û erênî di navbera Artêşan Amerîka û Rûsî de hene,

Piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê li Sûriyê di 30ê Îlona borî de, Amerîka (ya ku serpereştiya êrîşên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê dike) ligel welatê navborî ket gotûbjan, ji bo ku ti rûbirûbûnek nexwestî navbera firokeyên her du aliyan de dernekeve.