Hêviya min bêjerî bû û ez li K24ê pêk tînim

Evîn Hisên

K24- Hewlêr

Evîn Hisên li Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye, beriya niha li çendîn dezgehên medyayî kar kiriye, ew niha li Kurdistan24ê wek bêjera werzişî kar dike.

K24 – Ji ber çi te Kurdistan24 bo karkirinê hilbijart?

Evîn: Kurdistan24 tiştekî nû ye di meydana ragehandina Kurdî de û wek derfetekê ye bo min, hêviya min bêjerî ye, lewma ez li vêde hatime hêviya xwe pêk bînim.

K24- Druşma Kurdistan24 (me bimîne xwe bibîne) ye, tu bawerî ku her kes dikare di vê kenalê de xwe bibîne?

Evîn: Me bibîne xwe bibîne druşma me hemûyan e, divê em wek karmend kar bikin ji bo vê yekê, ez pir bawerim ku dê ji sedî sed xelk di Kurdistan24 de xwe bibînin.

K24- Di Kurdistan24 de çi te dilxweş kiriye?

Evîn: Karkirin bi awayekî modern û hemû karmend wek hev kar dikin ji bo serkeftina ragehandina Kurdî û pêşxistina asta kenela Kurdistan24.

K24- Li Kurdistan24ê tu hînî çi bûye?

Evîn: Ji ber ku destpêka karê min yê bêjeriyê bû, ez hîn bûm ku kar li ser hêviya xwe bikim û wek min berê amaje kir, ez hînî karê ragehandina modern bûm.

K24- Cudahiya Kurdistan24 ji dezgehên din ên medyayî çiye?

Evîn: Li her cihekî siyaseteke cuda ya wê heye, ez nizanim çi cudahiya wê heye lêbelê her cihek ji yê din cuda ye.

K24- Karkirin ligel karmendên Kurdistan24 çawa ye?

Evîn: Ez gelek kêfxweş im ku ligel kesên jêhatî kar dikim, ku ezmûneke wan ya zêde heye û hinek ji wan mamostayên karê ragehandinê ne û bi awayekî modern kar dikin.

K24- Hevkarên te, te wek keçek dil nazik binav dikin?

Evîn: Rast e, ez gelek dil nazikim, carna hêsirên min dibin sedem ku kesê bermaber hest bi dilnazikiya min bike.