Ez wek birader danûstanê ligel kamerayê dikim

Edle Ehmed

K24- Hewlêr

Edla Ehmed di sala 2012an de hatiye Herêma Kurdistanê, dayika zarokekê ye bi navê Leylan, ew dibêje ji dema ku karê ragehandinê kiriye, êdî nema dikare demek dirêj ligel keçika xwe derbas bike, niha wek bêjera nûçeyên siyasî li Kurdistan24ê kar dike.

K24- Ji ber çi te Kurdistan24 bo berdewamîdan bo karê xwe hilbijartin?

Edle: Ji ber ku min ji karê xwe hezkir, min xwest di kenaleke professional de xizmeta miletê xwe bikim, birastî ez niha cihê xwe di Kurdistan24 de dibînim û berdewam hest bi pêşketinê dikim

K24- Cudahiya Kurdistan24 ji dezgehên din ên ragehandinê çiye?

Edle: Bi aawayekî bêalî û professional kar dike, ji ber ku di nav kenalên Kurdî de ti kenleke bêalî nîne, tevî ku ti kesekî serbixwe jî nîne, lê baweriya min bi vê kenalê heye ku professional û cîhanî ye.

K24- Te çi sûd ji Kurdistan24 wergitiye?

Edle: Min rojnamevanî nexwendiye, lê di vê kenalê de ez hînî gelek tiştan bûm ku min berê nedizanîbû, ez hînbûm ku çawa sûdê ji dema xwe werbigrim, ev yek jî jiyana mirov baştir rêdixe.

K24- Karkirin bi karmendên Kurdistan24 re çawaye?

Edle: Rihê karkirinê wek yek time heye û herdem heval ji min re dibin alîkar.

K24- Het çi astekê karê medyayê bandor li ser jiyana te kiriye?

Edle: Bandor li ser pêwendiya min ligel keça min kir, ji ber ku piştî ez hatin Kurdistan24 ez êdî demek kêm ligel keça xwe dimînin, vê yekê jî bandor li ser tenduristiya wê kiriye.

K24- Kîj nûçeyê bandora herî mezin li te kiriye?

Edle: Hemû nûçeyên derbarê mirin û xeniqandina penaberan de, lê nûçeya Alan û wêneya wî li qeraxa deryayê gelek bihêz bû û dema min nûçeya wî xwe min kontrola xwe li studyoyê ji dest da, tevî ki bi hezaran zarok bi awayên dijwartir can ji dest dane.

K24- Heta çi astekê baweriya te bi karê te tê?

Edle: Di destpêkê de baweriya min bi karê min nebû, ji ber ku ez bitirs bûm ku di karê xwe de sernekevim, lê dema min di kenalê de kar kir, baweriya min bi karê min zêdetir bû bi taybetî li pêş kamerayê, ji ber ku ez wek birader lê dinêrim, ne wek alavekê ku tirsê bixe dilê min.

K24- Çima tu bi rexneyan hêris dibe?

Edle: Li gor ku ez temaşeyî derdora xwe dikim, ew kesên ku rexneyan dikin ji min kêmtir kar dikin, bi baweriya min dive rexne lojîkî bin. Ez ji rexnyan hezdikim ji ber ku min hîn dikin. Tenê ez rojekê hêrsi bûme ew jî ji ber hin problemên teknîkê.

K24- Dibêjin: Edle tenê bikar diaxife, eger na silavê jî nake?

Edle: Eger ez slavê nakim wek ku dibêjin, ew yek ne bimebest e, ji ber ku dema ez temaşeyî derdora xwe dikim, hesti dikim her kes bi karê xwe ve mijûl bûye û ne li hêviya slave ji min in, lê di warê kar de ez pirsê ji hemû hevalan dikim.

K24- Zêdetir ji salekê ye tu li Kurdistan24 kar dike, çi dilgiran kiriye?

Edle: Koça biraderê min Mesûd Artî ji nav karmendên Kurdistan24, birîneke heta heta di laşê min de vekir, ji ber ku biryar bû em hemû bihev re herin weşanê.