Kurdistan24 hilgira peyamek niştimanî ye

Adil Qeredaxî

K24- Hewlêr

Adil Qeredaxî ku ji sala 1997an ve derbasî nav karê ragehandinê bûye, niha wek berpirsê nûçeyan li Kurdistan24ê kar dike, tevî pêşkeşkirina bernameyeke girîng, dibêje ku cudahiya di navbera K24 û televîzyonên din de ewe ku, K24 bi bawayekî profesional kar dike û ne ser bi ti aliyekî ve ye.

K24- Ezmûneke te ya zêde di vî warî de heye, cudahiya Kurdistan24 ligel dezgehên din çi ye?

Adil: Dezgehên din hemû hikûmî û yên partiyan in, lê K24 kompaniyayeke medyayî ya professional e, bi teknolojiyaya herî pêşkeftî û modern kar dike, herwiha peyameke wê ya niştimanî heye. Pisporên biyanî perwerde û amadekarî tê de kirin, heta ku bibe medyayeke professional.

K24- Bo berdewamiya karê ragehandinê, çima te Kurdistan24 hilbijart?

Adil: Ji ber ku medyayeke professional e û bi nûtirîn teknolojiya serdemê kar dike, dixwaze bi peyameke neteweyî û niştimanî kar bike.

K24- Baweriya te bi wê yekê heye ku tu armancên xwe li Kurdistan24ê bidest bixe?

Adil: Hewldan bi wê arasteyê de ne, hêvîdar im bigehine wê armancê.

K24- Kurdistan24 di druşma xwe de dibêje (Me bibîne, Xwe bibîne), tu bawerî ku dê xelk xwe tê de bibîne?

Adil: Karê me yê serekî ew e ku, wê diruşmê li ser ekranê derbixin da bibin awêneyek bo bînerên Kurdistanê li her çar aliyên Kurdistanê û seranserê cîhanê,

K24- Karkirin ligel karmendên Kurdistan24 çawa ye?

Adil: Ji ber ku beşek ji wan nû ne di vî warî de, hinek ew erk giran e, lê omêdeke mezin bo paşerojê heye.

K24- Ji dema Kurdistan24 dest pê kiriye, çi tiştekî tu dilgiran kiriyî?

Adil: Beşek ji karmendan nedixwestin bi canê rojnamevanekî professional û modern bikevine jêr sîstema karkirina vê kenalê, lê em berdewam in li ser amadekirina wan bo vê asta bilind.

K24- Rojane ji serê sibehê heta derengî şev kar dikî, hevjîn û zarokên te gazinan nakin?

Adil: Ji ber ku ev zêdetir ji 18 salan e ez di wî warî de kar dikim, hevjîn û zarokên min hîn bûne. Lê hin caran gazin derdikevin holê û berdewam ji min re dibêjin: ti berpirsiyariyekê wernegir e, ji ber ku beriya niha jî berpirsê nûçeyan bûm li kenaleke din, lewma ew jî dizanin ew kat çiqas ji dema min dixwe, divê ez ji sere sibehê heta derengî şevê li kar bimînim.

K24- Dibêjin ku kesê ligel te kar dike gelek diweste, herdem tu ji wan dixwaze bibezin?

Adil: JI ber ku min piraniya temenê xwe di karê ragehandinê de deras kiriye, televîzyona modern jî wiha dixwaze ku herdem em li nav bûyeran bin, eger wiha nebe wate em nînin, lewm ez berdewam ji wan dixwazin ku bibezin, ji ber eger nebezin nagehine bûyeran.

K24- Li Kurdistan24ê tu dê derkeve ser ekranê?

Adil: Belê, bi bernameyeke nû bo şopandina bûyerên germ, bi navê (Behsa Rojê), ku heftane wê 5 şevan were pêşkeşkirin.