Divê keç xwe ji gotegotên civakê rizgar bikin

Nûşîn Hemê

K24- Hewlêr

Nûşîn Hemê ku niha karê bêjeriya nûçeyên siyasî li K24ê dike, dibêje ku ew ji dengê xwe hez dike, lê hin caran dengê wê ji temenê wê yê rasteqîne mezintir diyar dike, ji keçên ku dixwazin di warê medyayê de kar bikin re dibêje ku, bila tiştê baweriya wan pê were bikin û guh nedin gotegotên civakê.

K24- Ti rêgirî û astengê li pêş te hebûn di karê ragehandinê de?

Nûşîn: Nexêr, min ti zehmetî di karê xwe de nedîtiye, malbata min gelek piştgiriya min kiriye, vê yekê hêşt ku ez berdewamiyê bi karê xwe di vî warî de bidim.

K24- Danûstana Kurdistan24 ligel keçan çawa ye?

Nûşîn: Pêwîst e dezgehên ragehandinê cudakariyê nexin di navbera jin û zilam de, li K24ê jî cudakarî nîne, hêvîdar im jî her dernekeve. Li Rojhilata Navîn bi tevahî cudakarî di navbera jin û zilaman de heye, ne tenê wiha, lê cudakarî di navbera jin û jinê û mêr û mêr de jî heye.

K24- Tu çi dibêhî ji wan keçan re ên ku dixwazin di warê ragehandinê de kar bikin? Kurdistan24 çi kar ji wan re kiriye?

Nûşîn: Ez dibêjim ku pêwîst nake her gotinek ji  aliyê civakê ve bê gotin divê keç xwe pê ve girêde. Nexêr… jiyan hatiye guhertin, her tiştê ku ez dizanim bawriya min pê tê ez dikim, ev nameya min e bo wan keçên ku birastî heza wan ya karkirinê di medyayê de heye, niha jî ragehandinê di nava civakê de cih girtiye, bawer nakim kes li dijî karkirina keçan di wî warî de derkeve.

K24- Sedm çi bû ku te Kurdistan24 hilbijart?

Nûşîn: Kurdistan24 kenaleke niştimanî ye, wê xizmeta gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bike, ev sedemên hilbijartina min ji Kurdistan24 re ne.

K24- dengekekî te yê taybet heye, tu ji dengê xwe hez dikî dema ku nûçeyan dixwînî?

Nûşîn: Ez ji dengê xwe hez dikim, lê hin caran ez hest dikim ku ew deng temenekî mezintir dide min.

K24- Hevalên te dibêjin ku Nûşîn bêzar diyar e.. Tu ji xwe wiha ye yan ji kamerayê ditirsî?

Nûşîn: Nexêr, tirsa min ji wê yekê nîne, lê her çavên min wiha diyar dikin.

K24- Dema tu ji xelkê re eşkere dikî ku li Kurdistan24ê kar dikî, ew çi dibêjin?

Nûşîn: Pirsa herdem a wan: Wê kengî dest pê bike? Em peyamnêrên we li her cihî dibînin.