Kurdistan24: Asoyeke nû

Kurd24

 

Kurdistan û Rojhilata Navîn di guhertinên mezin re derbas dibin. Niha dema guhertineke mezin e li wan welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye dabeşkirin û nexşeya Rojhilata Navîn ji serî heta binî ji nû ve tê dariştin. Di vê navberê de, derfeteke zêrîn bo Kurdan hatiye pêş, eger bikaribin sûdê jê werbigirin û wek derfetên dîrokî yên din ji dest nedin.

Kêfxweş im ku ligel wan guhertinên mezin, Dezgeha Ragehandinê ya Kurdistan 24 bi we bidim naskirin, ku kenaleke nûçe û zanyariyan e bi nûtirîn teknolojiyaya modern. Peyama K24 peyameke niştimanî-neteweyî û bihêztirkirina rola ragehandinê ye li Kurdistanê bi rêya dayîna zanyariyên rast û şopandina bûyeran. Bi taybetî bûyerên ku di pileya yekê de cihê têbînî û gerîngîpêdana temaşevanên Kurdistanê ne.

K24 projeyeke medyayî ye bi hevkarî û hevahengiya televîzyona (France24) tê cîbicîkirin. Em bi hemû şiyana xwe kar dikin da ku di karê rojnamevanî de, bi awayekî berpirsyarane kar bikin û babetî û pêbendê prensîp û standartên karên rojnamevaniyê bin. Hêvîdar im bi hevkarî û piştgiriya we yên birêz bikaribin cîbicîh bikin û ev dezgeha ragehandinê, karê medyayî li Kurdistanê geştir bike û ne tenê zêdebûna hejmarekê be.

Em li Kurdistan24 dixwazin beşek bin ji ferzkirina demokrasiyê di nav civaka Kurdî de, em hewl didin bi awayekî zelal, giştgir, lezgîn û pîşeyî kar bo gehandina zanyariyan bikin bo xelkê Kurdistanê.

Armanca K24 ew e ku karê rojnamevaniyê li Kurdistan û navçeyê pêş bixe û agahiyên rast pêşkeşî raya giştî bike ji bo amadekirina civakeke agehdar û çav-vekirî.

Bi rêya toreke medyayî ya berfereh (televîzyon, radiyo û malper) û bi sîstemeke teknolojiyaya pêşketî, em kar bo biserxistina peyama xwe ya niştimanî dikin. Bêguman bicihkirina wî erkî bi medyakarê pispor û berpirs tê kirin ku em hemû hewlên xwe didin wan şiyanên rojnamevanî li xwe bicivînin û me sûd ji ezmûna dewlemend ya hevkarên xwe ji televîzyona France24 wergirtiye.

Armanca K24 ew e ku baştirîn û bileztirîn nûçe û zanyariyên navçe û cîhanê bigihîne temaşevanên Kurd, herwiha toreke berfereh a nûçegehanan li navxwe û derveyî Kurdistanê jê re kar dikin. Tevî nivîsîngehên me li her çar parçeyên Kurdistanê û Iraqê, li Tirkiye, Ewropa û Amrîkayê jî nivîsîngeh û peyamnêrên me hene.

Em bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî weşanê dikin, herwiha dê bernameyên me yên bi zimanê Ingilîzî jî hebin, malpera me jî dê bi Kurdî, Ingilîzî, Tirkî û Erebî dest bi kar bike.

Armanca me ew e ku bibin destpêka awayekî nû ji karê rojnamevaniyê li navçeyê, bi şêwazekî ku herdem ligel bûyeran bin û reaksiyonên cuda li ser jiyana xelkê vebiguhêzin.

Me ti astengek li pêş şopandina zanyariyan nedaniye, Kurdistan beşeke ji cîhaneke berferhtir û ev yek jî wê di karê me de xwiya bike.

Rojnamevanên me di hefteyekê de 7 rojan û di her rojekê de 24 demjimêran kar dikin, ji bo cîhanê bigihînin Kurdan û Kurdan jî bi cîhanê ve girê bidin.

*Damezrêner û Rêveberê Giştî yê  Dezgeha Ragehandin û Lêkolînan a Kurdistan24.